bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 14
Matthew 14
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 15 →
1
Di wê demê de Hêrodêsê serdar nav û dengê Îsa bihîst
2
û ji xizmetkarên xwe re got: Ev Yehyayê vaftîzkar e; ew ji nava miriyan vejiyaye; ji ber vê yekê bi navgîniya wî, kerametên wusa xwurt tên çêkirin!
3
Ji ber ku Hêrodês, Yehya dabû girtinê, ew girêdabû û avêtibû hepsê, ji bona Hêrodiya jina Fîlîpoyê birê xwe.
4
Ji ber ku Yehya ji Hêrodês re gotibû: Ji te re ne caiz e ku, tu jina birayê xwe bigirî!
5
Û Hêrodês jî dixwest ku, Yehya bê kuştin, lê belê ji gel ditirsiya; ji ber ku gel Yehya peyxamber qebûl dikirin.
6
Lê belê gava roja bûyîna Hêrodês hat, qîza Hêrodiyayê derket qadê, reqisî û Hêrodês jê hez kir.
7
Ji ber vê yekê Hêrodês, sond xwar û got: Ew çi bixwazî, ez ê bidim wê.
8
Û qîzik ji aliyê diya xwe ve hatibû fît kirin û got: Li vir, li ser sêniyekê serê Yehyayê vaftîzkar bide min!
9
Û qiral xemgîn bû; lê belê ji bona sonda xwe û wan mêvanên amade, emir da ku, xwestina wê bidin wê.
10
Û wî şand û di hepsê de serê Yehya da jêkirin.
11
Û serê wî danîn ser sêniyê, anîn û dan keçikê; wê jî ji diya xwe re bir.
12
Û şagirtên Yehya hatin, cesedê wî rakirin û binax kirin û ew hatin û ji Îsa re gotin.
13
Û gava Îsa vê yekê bihîst, bi lotkê ve tenê ji wê derê çû cîhekî tenha. Û dema ajaweyê vêya bihîstin, ji bajaran ve bi peyatî li pey wî çûn.
14
Û Gava ku Îsa ji lotkê derket, ajaweyeke mezin dît, dilê wî bi wan şewitî û nexweşên wan baş kir.
15
Û gava bû êvar, şagirtên wî hatin cem wî û gotin: Ev cîh cîhekî tenha ye, jixwe wext derbas bû; dev ji gel berde ku, bila ew herin gundan û ji xwe re xwarinê bistînin!
16
Lê belê Îsa ji wan re got: Hewce nake ku ew herin; hûn xwarinê bidin wan!
17
Şagirtan jî ji wî re gotin: Li vir xeynî pênc nan û du masiyan tiştekî me tune.
18
Îsa ji wan re got: Wan bînin vir cem min!
19
Û wî emir da ku, gel li ser hêşinahiyê rûnin û wî her pênc nan û herdu masî girt, li ezmanan ve nihêrt, şikir kir û nan kerî kir û da şagirtan, şagirtan jî dan gel.
20
Hemûyan jî xwarin, têr bûn û donzdeh zembîl jî tijî ji hûrîkên ber mayî dan hev.
21
Yên ku xwarin, xeynî jin û zarokan qasî pênc hezar mêr bûn.
22
Û Îsa, bona ku bila hema bikevin lotkê û heta ku ew gel berde berî wî derbasî wî aliyê din bibin, zorê da şagirtên xwe.
23
Û gava wî gel bi rê kir, çû serê çiyê ku tenê dua bike û dema ku êvar bû, ew li wê derê tenê bû.
24
Di wê demê de, lotke di nava golê de bû û ji ber pêlan di talûkê de bû; ji ber ku ba li dijî wan bû.
25
Û di dora çarê şevê de, Îsa li ser golê meşiya û hat cem wan.
26
Lê belê dema şagirtan dîtin ku, ew li ser golê berbi wan ve tê, tirsiyan û gotin: Ev xeyalet e! Û wan ji ber tirsê kirin qêrîn.
27
Lê belê Îsa wê demê ji wan re got: Wêrek bin, ez im; metirsin!
28
Pêtrûs bersiv da wî û got: Ya Xudan! Ger tu yî, emir bide ku ez li ser avê bêm cem te!
29
Û Îsa got: Were! Pêtrûs jî ji lotkê ve peya bû û li ser avê meşiya ku here cem Îsa.
30
Lê belê gava wî bayê bihêz dît, tirsiya û dest bi noqbûnê kir, qêriya û got: Ya Xudan, min xelas bike!
31
Îsa hema destê xwe dirêj kir, pê girt û ji wî re got: Ya bawerîkêmo! Ma te çima şibhe kir?
32
Gava ew ketin lotkê, ba sekinî.
33
Yên ku di lotkê de bûn, jê re secde kirin û gotin: Bi rastî, tu Lawê Xwedê yî!
34
Gava ew derbasî aliyê din bûn, hatin welatê Cênîsartê.
35
Gava mirovên wî cîhî Îsa nas kirin, şandin hemûya dorûberan û hemû nexweşan anîn cem wî.
36
Û nexweşan jê rica dikirin ku, tenê destê xwe li pêşa kincê wî bidin û hemûyên ku lê didan, baş bûn.
← Chapter 13
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 15 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28