bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 17
Matthew 17
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 18 →
1
Îsa şeş roj pişt re Pêtrûs û Aqûp û birayê wî Yûhena girtin cem xwe û ew bi cûdayî bi xwe re derxist çiyakî bilind.
2
Û li ber wan xuyabûna wî hate guhertin; rûyê wî mîna rojê biriqî û kincên wî mîna nûrê sipî bû.
3
Û a vay, Mûsa û Êlyas ji wan re xuya bûn û bi Îsa re diaxifîn.
4
Û wê wextê Pêtrûs ji Îsa re got: Ya Xudan, baş e ku, em li vê derê ne! Ger tu dixwazî, em ê sê çardaxan li vê derê çêkin: Yekî ji te re û yekî ji Mûsa re û yekî jî ji Êlyas re.
5
Hîn ew diaxifî, ewrekî ronahî hate ser wan û a vay, dengek ji ewr hat û got: Ev e Lawê minî xoşewîst, yê ku ez jê razî me; guhdariya wî bikin!
6
Gava şagirtan ew deng bihîstin, ketin ser rûyê xwe û zehf tirsiyan.
7
Lê belê Îsa nêzîkî wan bû, destê xwe li wan da û got: Rabin, metirsin!
8
Wan jî çavê xwe bilind kirin û xeynî Îsa kesek nedîtin.
9
Wexta ku ew ji çiyê dihatin xwar, Îsa emir da wan û got: Ew tiştê ku we dîtin, ji kesî re nebêjin, heta ku Lawê Mirov ji mirinê rabe.
10
Û şagirtên wî jê pirs kirin û gotin: Ger wusa be, ma çima alimên zagonê dibêjin, berê divê Êlyas bê?
11
Û Îsa bersiv da û ji wan re got: Bi rastî, divê berê Êlyas bê û ew ê her tiştî ser rast bike.
12
Lê belê ez ji we re dibêjim: Jixwe Êlyas hatiye û wî nas nekirin, lê belê her xwestekên xwe bi wî kirin. Dê Lawê Mirov jî wusa ji destê wan keserê bikişîne.
13
Wê çaxê şagirtan fêhm kirin ku, Îsa bona Yehyayê vaftîzkar ji wan re dibêje.
14
Û gava ew hatin cem ajaweyê, mirovek nêzîkî Îsa bû û li ber wî çok da û got:
15
Ya Xudan, ji lawê min re dilovaniyê bike; ji ber ku ew bi fêwî ye û zehf zehmetê dikişîne; ji ber ku gellek caran dikeve nava agir û gellek caran jî nava avê!
16
Û min wî anî cem şagirtên te, lê belê wan hêz neanîbûn ku wî baş bikin.
17
Û Îsa bersiv da û got: Ya nîjada bê bawerî û rêşaş! Ma ez ê heta kengê tevî we bim? Ma ez ê heta kengê ji we re sebir bikim? Wî bînin vir, cem min!
18
Û Îsa bi cin ve pekiya û cin ji wî derket û lawik ji wê saetê ve baş bû.
19
Wê wextê şagirt tenê hatin cem Îsa û gotin: Ma çima me nikarîbû ku wî derxinin?
20
Îsa jî ji wan re got: Bona ku baweriya we kêm e! Ji ber ku bi rastî ez ji we re dibêjim: Ger baweriya we qasî hebeke tova xerdalê hebe, hunê ji vî çiya re bêjin: Ji vir vekişe wî alî! dê derbas bibe û tiştekî ku bona we nebe, dê tune be.
21
Lê belê ev cinsê ha bi tiştekî din dernayê, xeynî bi dua û bi rojiyê.
22
Gava ew li Celîlê bûn, Îsa ji wan re got: Lawê Mirov dê bidin destê mirovan.
23
Ew ê wî bikujin û roja sêwemîn, ew ê biveje. Û ji ber vê yekê şagirt zehf xemgîn bûn.
24
Gava ew gîhaştin Kefernahûmê, yên ku nîv şekelî distînin, hatin cem Pêtrûs û gotin: Ma mamosteyê we nîv şekelî nade?
25
Pêtrûs got: Belê, dide! Û gava ew hate malê, berî Îsa ji wî re got: Şîmûn! Ma tu çawa texmîn dikî? Qiralên dinê xercê an jî bacê ji kî distînin? Ji zarokên xwe, an ji xerîban?
26
Pêtrûs jê re got: Ji xerîban. Îsa jê re got: Hingê zarok azad in.
27
Lê belê bona ku em wan hêrs nekin, here golê, şewkê bavêje û masiyê pêşîn ku derdikeve, bigre, devê wî veke û tuyê şekelekî bibînî; wê bigre, ji bo min û xwe bide wan!
← Chapter 16
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 18 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28