bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 16
Matthew 16
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 17 →
1
Fêrisî û Sadûqiyan hatin û Îsa ceribandin û jê xwestin ku, ji ezmanan elametekê nîşanî wan bide.
2
Lê belê wî bersiv da û ji wan re got: Gava êvar dibe, hûn dibêjin: Hewa dê qenc be, ji ber ku ezman sor e!
3
Û sibê hûn dibêjin: Îro hewa dê xerab be, ji ber ku ezman sor û mijdar e! Hûn dikarin rewşa ezman hilbijêrin, lê gelo hûn nikarin elametên deman hilbijêrin?
4
Nîjadeke xerab û zinêkir nîşanekê digere, lê belê jê re xeynî nîşana Yûnis peyxamber, nîşanekê din nayê dayîn! Û Îsa wan hişt û çû.
5
Gava şagirt derbasî wî aliyê dinî golê bûn, ji bîr kiribûn ku ji xwe re nan bibirana.
6
Û Îsa ji wan re got: Bala xwe bidin û xwe ji havêna Fêrisî û Sadûqiyan biparêzin!
7
Û ew di nav xwe de fikirîn û gotin: Ji ber ku me ji xwe re nan nestendine!
8
Lê belê gava Îsa vêya seh kir, ji wan re got: Ya bawerîkêmno! Ma çima hûn bona ku nanê me tune, di nava hev de galegalê dikin?
9
Ma hûn hîn fêhm nakin? Nayê bîra we çawa bi pênc nanî pênc hezar mirov têr bûn û we çend qufe ji bermayî dan hev?
10
Û bi heft nanî jî çar hezar mirov têr bûn û we çend qufe bermayî dan hev?
11
Ma hûn çawa fêhm nakin ku, min bona nan ji we re negot? Lê belê bona wê yekê ku hûn xwe ji havêna Fêrisî û Sadûqiyan biparêzin!
12
Wan wê wextê fêhm kirin ku, wî ji bona havêna nan ji wan re negot, lê belê bona ew xwe ji hînkirina Fêrisî û Sadûqiyan biparêzin.
13
Û gava Îsa çû aliyê Qeyseriya Fîlîpoyê, ji şagirtên xwe pirs kir û got: Li gor gotina gel, Lawê Mirov kî ye?
14
Û wan gotin: Hinek dibêjin Yehyayê vaftîzkar e; hinekên din dibêjin Êlyas e; lê hinekên din jî dibêjin Yêremya ye, an jî yek ji peyxamberan e.
15
Îsa ji wan re got: Lê hûn ji bo min çi dibêjin, ez kî me?
16
Şîmûn Pêtrûs bersiv da û got: Tu Lawê Xwedayê zindî Mesîh î!
17
Û Îsa bersiv da û ji wî re got: Xwezî li te, Şîmûnê lawê Yûnis; ji ber yê ku vêya ji te re vekiriye, ne xwîn û goşt e, lê Bavê minî ezmana ye!
18
Û ez jî ji te re dibêjim ku: Tu Pêtrûs î û ez ê li ser vî zinarî Dêra xwe ava bikim û dê hêza deriyên welatê miriyan pê nikaribe.
19
Û ez ê kilîdên Serweriya Ezmanan bidime te û her tiştê ku tu li ser erdê girê bide, dê ew ê li ezmanan jî bête girêdan û her tiştê ku tu li ser erdê veke, dê ew ê li ezmanan jî bête vekirin.
20
Wê wextê wî emir da şagirtên xwe ku, ji kesî re nebêjin, ew Mesîh e.
21
Ji vê pê ve Îsa dest pê kir, daxuyaniyê ji şagirtên xwe re kir ku, hewce ye ew here Orşelîmê, ji destê kalepîran, serokên kahînan û alimên zagonê êşê bikişîne, bête kuştin û di roja sêwemîn de biveje.
22
Û Pêtrûs wî da alîkî, dest pê kir û bi gotina: Ev ji te dûr be, ya Xudan! Divê tiştekî ûsa qet li te neqewime! wî azirand.
23
Lê belê Îsa vegeriya û ji Pêtrûs re got: Ji min dûr keve, Îblîs! Tu ji min re tilpekî ye, ji ber ku tu ne tiştên Xwedê, lê tiştên mirovî difikirî!
24
Wê wextê Îsa ji şagirtên xwe re got: Her kî ku dixwaze, li pey min were, bila xwe înkar bike û xaça xwe hilgire û li pey min were!
25
Ji ber, kî ku dixwaze canê xwe xelas bike, dê ew ê wê winda bike, lê belê kî ku canê xwe di oxra min de winda bike, ew ê wê bibîne.
26
Ji ber, çi fêda wî heye ku, mirov hemûya dinê qezenc bike, lê canê xwe winda bike? An jî mirov çi qîmetî dikare, ji bona xelaskirina canê xwe bide?
27
Ji ber ku Lawê Mirov di bilindahiya Bavê xwe de, dê bi milyaketên xwe ve bê û wê çaxê dê ji her kesî re li gor karên wî bersivê bide.
28
Bi rastî ez ji we re dibêjim: Ji hinekên ku li vir amade ne, dê mirinê nebînin, heta ku Lawê Mirov bi Serweriya xwe ve hatî bibînin!
← Chapter 15
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 17 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28