bible
ra
🌐 Language
English
Español
Français
Deutsch
Português
Italiano
Nederlands
Русский
中文
日本語
한국어
العربية
Türkçe
Tiếng Việt
ไทย
Indonesia
All Languages
Home
/
Kurdish
/
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
/
Matthew 12
Matthew 12
Kurdish Bible (PNU) 2016 - Peymana Nû (Încîl)
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 13 →
1
Wê wextê Îsa, roja Sebtê di nav dexlan de derbas bû; şagirtên wî birçî bûn û dest pê kirin, similên geniman çinîn û xwarin.
2
Lê belê gava ku Fêrisiyan ev yek dîtin, ji wî re gotin: A vay, şagirtên te tiştê ku roja Sebtê kirina wan ne caiz e dikin!
3
Îsa jî ji wan re got: Ma we nexwendiye ku Dawid çi kir, gava ew û yên ku tevî wî birçî bûn?
4
Çawa ketiye mala Xwedê û nanên aramiyê, yên ku xwarina wê ne ji wî re ne jî ji yên ku bi wî re be, lê tenê ji kahînan re caiz e xwariye?
5
An jî ma we di zagonê de nexwendiye ku, kahîn rojên Sebtê di Perestgehê de Sebtê betal dikin û dîsa jî bêsûc in?
6
Lê belê ez ji we re dibêjim: Yê ku ji Perestgehê herî seretetir e, li vir e!
7
Lê belê gava we bizanîbûna, mana vê gotinê çî ye ku, dibêje: Ez dilovaniyê dixwazim, ne ku qurbanê; wê çaxê we yên bêsûc mehkûm nekirana.
8
Ji ber ku Lawê Mirov, Xudanê roja Sebtê ye jî.
9
Û Îsa ji wir rabû, hate kenişta wan.
10
Û a vay, mirovek li wir hebû ku, destê wî hişk bû. Ji bo bikaribin ku Îsa sûcdar bikin, wan jê pirsîn û gotin: Ma roja Sebtê şîfa dayîn caiz e?
11
Û Îsa ji wan re got: Ji we kî heye ku, mîheke wî hebe û roja Sebtê bikeve çalê, dê bi wê negire û dernexe?
12
Lê belê mirov çiqas ji mîhê hêjatir e! Ji ber vê yekê roja Sebtê qencî kirin caiz e.
13
Dawiyê Îsa ji wî mirovî re got: Destê xwe dirêj bike! Wî jî destê xwe dirêj kir û destê wî yî seqet, mîna destê din baş bû.
14
Lê belê Fêrisî derketin derve, bi hev re şêwirîn ku, ka dê ew ê çawa Îsa bidin kuştin.
15
Û bona ku Îsa ev zanîbû, ji wê derê çû û gellek kes li pey wî çûn û wî hemûyên wan qenc kir.
16
Û bona ku kîbûna wî eşkere mekin, wî emir li wan kir;
17
da ku, gotina bi navgîniya Îşaya peyxamber ve hatiye gotin bête cîh:
18
A vay, qûlê min, yê ku min bijartiye û delalê min, yê ku canê min jê razî ye! Ez ê Ruhê xwe deynim ser wî û ew ê ji neteweyan re daraziyê îlan bike.
19
Ew ê pev neçe û neqîre û dê tu kes dengê wî li qadan nebihîze.
20
Ew ê qamîşê perçîqîn hûr neke û fitîla vêketiye jî netefîne, heta ku dadmendiyê bigihîne serfîraziyê.
21
Û dê gel bi navê wî ve hêvîdar bin.
22
Wê wextê yekî cinoyî, kor û lal anîn cem Îsa û wî ew baş kir, ûsa ku, wî him dît û him jî axifî.
23
Û hemûyên gel ecêb man û gotin: Ma Lawê Dawid ev e?
24
Lê belê gava Fêrisiyan bihîstin, gotin: Ew tenê bi quweta Beelzebûl, yê şahê cinan, cinan derdixîne!
25
Û Îsa bi zanîna ramanên wan, ji wan re got: Her qiraletiya ku di tê de cudayî hebe, dê bibe çolistan û her bajar an jî mala ku di tê de cudayî hebe, namîne.
26
Û ger Îblîs Îblîs derdixîne, ew di nav xwe de bêtifaq bûye, êdî qiraletiya wî dê çawa bimîne?
27
Û ger ez bi navgîniya Beelzebûl cinan derdixînim, ma lawên we bi navgîniya kî ve derdixînin? Ji ber vê yekê dê ew ê bibin darazkirên we.
28
Lê belê dema ku ez bi Ruhê Xwedê cinan derdixînim, Serweriya Xwedê gihîştiye we!
29
An jî zilamek çawa dikare bikeve mala yê xurt û malên wî bişelîne? Ger pêşiyê yê xurt girêde; wê çaxê dê mala wî talan bike.
30
Kî ne tevî min e, li dijî min e û ew ê ku tevî min nacivîne, belav dike!
31
Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim: Hemû guneh û kufur dê ji mirovan re bête bexşandin, lê belê li hember Ruh kufur kirin, nayê bexşandin.
32
Û kî ku gotinekê li dijî Lawê Mirov bibêje, dê ji wî re bête bexşandin, lê belê kî ku li dijî Ruhê Pîroz bibêje, ji wî re nayê bexşandin, ne di vê demê de û ne jî di demên dê werin de.
33
Yan darekî qenc biçikînin, bi vî awayî dê mêwê wê jî qenc be, an jî darekî xerab biçikînin, bi vî awayî dê mêwê wê jî xerab be; ji ber ku dar ji mêwê xwe tê nasîn.
34
Ya nîjada margîskan! Ma hûn çawa dikarin dema hûn xerab bin, gotinên qenc bibêjin? Ji ber ku dev ji tijî bûna dil ve dibêjî.
35
Mirovê baş, qenciyê ji xizna dilê xwe yê qenc dertîne û mirovê xerab jî ji xizna dilê xwe yê xerab, xerabiyê dertîne.
36
Û ez ji we re dibêjim: Roja daraziyê mirov dê bona her gotineke vala ku diaxifin, deyndar bibin.
37
Ji ber ku tuyê bi gotinên xwe bêsûc bibî û bi gotinên xwe sûcdar bête derxistin!
38
Wê gavê hinekên ji alimên zagonê û Fêrisiyan ji wî re gotin: Mamoste, em dixwazin ku, nîşanekê ji te bibînin!
39
Îsa jî bersiv da û ji wan re got: Nîjada xerab û zinêkir nîşanekê dixwazin! Lê belê jê re nîşaneke din nayê dayîn, xeynî nîşana Yûnis peyxamber.
40
Çawa ku Yûnis sê roj û sê şev di zikê masiyê gir de bû, Lawê Mirov jî ûsa dê sê roj û sê şev di nava dilê erdê de bimîne.
41
Roja daraziyê, dê gelê Neynowa tevî vê nifşa rabin û wî sûcdar bikin; ji ber ku wan bi waza Yûnis tobe kirin û a vay, yekî ji Yûnis hîn jî mezintir li vira ye!
42
Roja daraziyê qiralîça başûrê dê tevî vê nîjadê rabe û wî sûcdar derxîne; ji ber ku ew ji aliyekî dinê ve hat ku, zanebûna Silêman bibihîze û a vay, yekî ji Silêman hîn jî mezintir li vira ye!
43
Lê belê gava ku ruhê xerab ji mirov derdikeve, ji bo rehetiyê bibîne li cîhê bê av digere, lê belê nabîne.
44
Wê wextê ew dibêje: Ez vegerim mala xwe, ji cîhê ku derketim. Û gava ew tê, mal vala, paqijkirî û xemilandî ye.
45
Wê wextê ew diçe û heft ruhên ji xwe xerabtir digire cem xwe û dikevin wê derê û rûdinin û dawiya rewşa wî mirovî ji dema pêşiyê xerabtir dibe. Dê ji vê nîjada xerab re jî eynî wusa bibe!
46
Îsa hîn ji gel re diaxifî, a vay, diya wî û birayên wî li derve sekinîbûn û dixwestin ku bi wî re biaxifin.
47
Û yekî ji Îsa re got: A vay, diya te û birayên te li derve sekinîne, dixwazin bi te re biaxifin!
48
Lê belê Îsa bersiva yê ku jê re axifî da û got: Ma kî ye diya min û kî ne birayên min?
49
Û destê xwe dirêjî şagirtên xwe kir û got: A vay, diya min û birayên min!
50
Ji ber ku, her kî viyana Bavê minî ezmanan bike, birayê min û xwuşka min û diya min ew e!
← Chapter 11
Jump to:
Chapter 1
Chapter 2
Chapter 3
Chapter 4
Chapter 5
Chapter 6
Chapter 7
Chapter 8
Chapter 9
Chapter 10
Chapter 11
Chapter 12
Chapter 13
Chapter 14
Chapter 15
Chapter 16
Chapter 17
Chapter 18
Chapter 19
Chapter 20
Chapter 21
Chapter 22
Chapter 23
Chapter 24
Chapter 25
Chapter 26
Chapter 27
Chapter 28
Chapter 13 →
All chapters:
1
2
3
4
5
6
7
8
9
10
11
12
13
14
15
16
17
18
19
20
21
22
23
24
25
26
27
28